Amerîka, Rûsya bi kuştina leşkerên Tirkiyê li Idlibê tawanbar kir, Rûsya jî bersiv da

Amerîka, Rûsya bi kuştina leşkerên dewleta Tirk li Idlibê tawanbar kir û Rûsya jî ev tawanbarî bi derewan bi nav kir.

Wezîrê derve yê DYA Maik Pompeo di kongreyeke çapemeinyê de got:

Em bawer in ku Rûsyayê di encama êrîşên xwe yên li Idlibê bi dehan leşkerên Tirkiyê kuştine.

Pompeo destnîşan kir ku welatê wî wê li gel hevkaran xwe ya NATOyê, Tirkiyê be û ew difikirin ku piştevaniyeke zêde bidin Tirkiyê.

Çavkaniyekî ji wezareta derve ya Rûsyayê jî ji ajansa SPUTNIK re bersiva Amerîka da û ev tawanbariya wê bi derewan bi nav kir.

Sibata borî di êrîşên rejîma Sûrî yên li Idlibê de bi dehan leşkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin.

Ji ber êrîşê û beriya ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê Rûsyayê Viladîmir Putin bighêjin lihevkirinekê, dewleta Tirk li dijî rejîmê êrîşek da destpêkirin.

Back to top button