Koalîsyona dijî DAIŞ’ê baregeha Qayîm radestî hêzên Iraqê kir

Hêzên Emerîka îro bi awayekî fermî baregeha Qaim a li ser sînorê bi Sûriyê re, radestî hêzên Iraqê kir.

Li gorî dîmenên hatine parvekirin, karûbarên radestkirina baregehê bi fermî destpê kiriye.

Navenda operasiyona Hevbeş ya Koalisyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi awayekî fermî barageha Qaim ya li nêzî sînorê Sûriyê, radestî hêzên Iraqê kir.

Dezgeha ragihandina BBC, eşkere kir ku radestkirina baregeha Qaim di çarçoveya biryara Amerîka ya kêmkirina leşkerên xwe li herêmê de pêk hatiye.

Tê gotin wê Amerîka ji 8 baregehên xwe yên li Iraqê 3 baregehan radestî Iraqê bike.

Ev radestkirin, piştî êrîşa dawî ya li dijî baregeha El-Tacî ku 2 leşkerên Amerîkî û yekî birîtanî tê de jiyana xwe ji dest dan, pêk hat.

Her wiha hat gotin, Birîtaniya jî ji ber metirsiya virûsa corona, beşek ji hêzên xwe ji Iraqê kişandiye.

Back to top button