Di 24 saetên dawîn de li Dêrazor û Amûdê 4 zarokan dema avjenî dikir, xeniqîn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, li Dêrazorê 2 zarok dema di çemê Firatê de avjenî dikir xeniqîne.
Çavkaniyan diyar kirin ku navên zarokên ku di çem de xeniqîne Taha Nayîf yê 10 salî ye û Ayat El Salim ya 11 salî ye.
Li gundê Kerama yê navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê jî duh 2 zarokan dema avjenî dikir, xeniqîn.
Her du zarokên ji gundê Behîra yê heman navçeyê ku di korteke tije av de avjenî dikirin, jiyana xwe ji dest dan.