Zûbeyîr Aydar: Mikurhatinên Pekîn cidî ne, divê Ewropa cidî bibîne

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêş Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn li xwe mikur hat ku komkujiya Parîsê a ku di encamê de sê jinên Kurd hatin qetilkirin, wan kiriye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku mikurhatinên Pekîn ên li ser komkujiya Parîsê û banga ji bo sûîqestên nû cidî ne, lewma divê Ewropa van gefan cidî bibîne.

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn şehîdxistin.

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêş Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn 16’ê Sibatê di bernameyeke kanala CNN Turk de diyar kir ku divê êriş li dijî rêveberên KCK’ê yên li Qendîlê bê kirin.

Pekîn dema ku Kurdên li Ewropayê jî kir hedef, li komkujiya Parîsê jî mikur hat û got: “Li Ewropayê rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê rêveberên wan ên li Ewropayê. Berê li Parîsê hate kirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar têkildarî gefên Îsmaîl Hakki Pekîn ku rêveberên KCK’ê yên li Qendîlê û Ewropayê kir hedef û mikurhatinên komkujiya Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Zubeyîr Aydar got:

“Îsmaîl Hakki Pekîn yekî ji rêzê nîne. Kesekî welê ye ku Serokatî ji Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî re kiriye.

Piştî ku teqawît bû bi rengekî çalak tevlî siyasetê û karên nivîsê bû. Her tiştî baş dibîne û zane; baş zane ku li organên kûr ên dewletê çi tê kirin, çi biryar tên girtin. Gotinên wî girîng e.”

Aydar destnîşan kir ku ev daxuyanî ji du aliyan ve girîng e û got,

“Ya yekemîn divê mikurhatinên Pekîn bandorê li dosya têkildarî kuştina sê jinên şoreşger bike.

Gelek belge, deng û mikûrhatinên endamê MÎT’ê jî diyar kirin ku dewleta Tirk vê komkujiyê kiriye.

Ya duyemîn jî bi rengekî eşkere dibêje; li Ewropayê rêveberên KCK’ê hene û divê êriş li dijî wan bê kirin. Ev yek mikurhatine û gefxwarin e. Ev ne tenê gotina Pekîn e, ya şêwirmendên organên veşartî yên dewletê ye.”

Zûbeyîr Aydar diyar kir ku ji 2011’an ve ew gelek hewildanên sûîqastê re rû bi rû mane.

Aydar bang li rayedarên Fransayê kir ku piştî van gef û mikûrhatina li dijî Tirkiyê doza kuştinê veke û tedbîrên pêwîst bigre.

Ulla Jelpke: Gotinên Pekîn mikurhatineke girînge divê lêpîrsîneke nû vebe

Parlementera Federal a Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke piştî gotinên Pekîn û şûnde daxwaz kir ku qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd ji nû ve bên lêkolînkirin.

Jelpke got, “Gotinên Pekin ên di vê mijarê de mikurhatinekî girîng e, divê derbarê komkujiya Parîsê de lêpirsîneke nû bê vekirin.”

Back to top button