Mûrad Karayilan: Komplo li dijî pêşeroja gelê Kurd û tevgera azadiyê hate kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Rêber Apo diyar kir azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye. Karayilan got, “Serketina şoreşê wê bi xwe re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne. Em çiqas têkoşînê mezin bikin wê ewqas azadiya Rêber Apo nêz bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan derbarê salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Karayilan diyar kir komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de li dijî pêşeroja gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdistanê hate kirin û weke rojeke reş derbasî dîrokê bû.

Karayilan hêzên komploger şermezar kir û wiha got,

“Hêzên ku nexwestin pirsgirêka Kurd çareser bikin ev komplo pêk anîn. Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgikêka Kurd çû Ewropayê. Komplo, êrîşek e ji bo dewamkirina qirkirina gelê Kurd e. Divê herkes wiha fêhm bike û li gorî wê bibe xwedî helwest.”

Karayilan destnîşan kir di encama têkoşîn û berxwedana Rêber Apo, gelê Kurd û tevgera Azadiyê de komplo bi temamî têkneçû be jî lê bi giştî bê encamp maye û wiha dewam kir,

“Hêzên komploger plankiribûn ku wê di nava 6 mehan de xeta Rêbertî bi temamî ji holê rakin û Tevgera me tasfiye bikin, lê berxwedana ku hat pêşxistin destûr neda ku komplo encamekî wiha bigre.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan da zanîn niha dixwazin ku komployê careke din nû bikin û anî ziman ku xeta komploya navnetewî çendî mîna berê bi hêz nebe jî êrîşên xwe yên li hemberî Tevgera Azadiyê didomîne.

Mûrad Karayilan: Rêber Apo 22 sal in berxwedaneke dîrokî bi pêş dixe

Karayilan bal kişande li ser tecrîda li Îmraliyê û berxwedana ku Rêber Apo dimeşîne wiha pêde çû,

“Rêber Apo 22 salin berxwedaneke bê hempa nîşan dike. Rêbertî bi vê sekn û berxwedana dîrokî komplo vala derxist. Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmaya Modernîteya Demokratîk, hemû xitimandinên ku li cîhanê hene derbas kiriye. Pêşketina vê paradîgmayê di Şoreşa Rojava de li ber çavan e.”

Mûrad Karayilan bal kişande li ser çalakiyên ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo tên kirin û got,

“Di pêşxistina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo de em kêm mane. Azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye. Serketina şoreşê wê bi xwe re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne. Em çiqas têkoşînê pêş bixin wê ewqas azadiya Rêber Apo nêz bibe.”

Karayilan: Artêşa Tirk di operasyonên zivistanê de têk çû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan êrîş û operasyonên ku artêşa Tirk a dagirker di zivistanê de pêk anîn jî nirxand û wiha got,

“Artêşa Tirk a dagirker heta niha di van operasyonan de ti encam bi dest nexistine. Di operasyona Agirî de derbên giran xwarin. Van têkçûnê xwe ji civakê vedişêrin. Bi giştî di operasyonên zivistanê de têk çûne.”

Back to top button