Komîteya Aborî ya Jinan a Dêrikê li 5 hektar erd kartol çand

Komîteya Aborî ya Jinan a Dêrikê li 5 hektar erd kartol çand, ev cara yekemîn e jî ku kartol li herêmê tên çandin.

Di çarçoveya projeyên aborî ku jin çavdêriya wê dike û li ser bingeha pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê, Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Dêrikê, dest bi çandina 32 hektar a hilberînên cuda kir.

Ji bo wê komîteyê 32 hektar li gundên Mele Merzê yê herêma Berava û Gir Kendal ê li herêma Koçerat ên navçeya Dêrikê ji bo vê projeyê veqetand.

Di vê projeyê de dê baqil, sîr, bezalya, pîvaz û katrol li ser 5 hektar ere bên çandin.

3 malbat jî nobetdariya vê projeyê dikin û av didin.

Dê para wan ji hilberînê ji sedî 35 be.

Bi vê yekê wê 100 jin bibin xwedî derfetên kar.

Berpirsên projeyê diyar kirin ku heke projeya çandina kartolan bi ser keve, wê hê zêdetir biçînin.

Back to top button