Keştiya “Ever Given” ya ku Qenala Siwês a Misirê felçkiribû, hat xelaskirin

Keştiya “Ever Given” ya ku Qenala Siwês a Misirê felçkiribû herî dawî hat xelaskirin.

Keştiya Ever Given ya ku 6 rojbûn li Qenala Siwês ya Misirê li ser axê rûniştibû herî dawî hat xelaskirin.

Şirketa Inchcape Shipping Services ya ji keştiyê berpirsyar ragihand ku keştî ji cihê asê mayî hatiye derxistin û ber bi ciheke ewle ve hatiye birin.

Yek ji rêya bazirganiya herî bi tevger ya Qenala Siwês ji ber keştiya “Ever Given” ya Panamayê hatibû asta rawestînê.

Keştiya ku 400 metre dirêj û 220 ton giran ji ber rewşa hewayê li ser axê rûniştibû.

Keştiya ku bi awayekî çep-rast li nava qenalê rawestiyayî bûbû sedema qenal ji rêwitiya nû re were girtin.

Ev yek ji bo sedema ku di bazara cîhanê de 6 heta 10 milyar dolar ziyan bibe.

Şirketa Misir ya ji qenalê berpirsyar jî ragihand ku her roja derbas bûyî 12 heta 14 milyon dolar ziyan dîtine.

Back to top button