Dewleta Tirk ava gola bendava Meydankê vala dike

Li Efrînê hovîtî û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.
Dagirker niha jî ava Efrînê didizin.
Dewleta Tirk ji bo dagirtina bendava Rihaniyê deriyê bendava meydankê vekir û ava golê vala dike.
Dagirkeran heya niha zêdeyî 32 milyon metre kup ava gola Meydankê diziye.

Dewleta Tirk a dagirker her tim avê weke çekekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî bikar tîne.

Ne tenê ev, li Efrîna dagirkirî tevî dizîna xêrûbêr û şûnwaran, avê jî didize.

Dewleta Tirk ji bo dagirtina gola bendava Rihaniyê ya di nav axa Tirkiyê de ava gola Meydankê didize.

Li gorî dîmenên ku hatine bi destxistin, piştî vekirina deriyê bendava Meydankê û herikîna ava di kanalan de bi rengekî bêserûber, Taxa Mehmudiyê ya Efrînê kete bin avê.

3’ê vê mehê bi armanca dagirtina gola bendava Rihaniyê, deriyê bendava Meydankî bi qasî 20 centîmeter hat vekir.

Hat ragihand ku dagirkeriya Tirk heya niha bi qasî 32 Milyon metre kabik ji ava gola Meydankê dizîye.

Sala borî dagirkeran ji gola bendava Meydankê nêzî 75 mîlyon metre kabik av kişandibû.

Bendava Rihaniya ya ku di Cotmeha sala borî ket xizmetê, 600 hezar donim erd av dide.

Ji bo ava çemê Efrînê bi bendava Rihaniyê bê girêdan, kanalên avê hatin çêkirin.

Rayedarekî AKP’ê ji çapemeniyên Tirkiyê re ragihandibû ku ji bo avdana 600 hezar donim erd ên Tiriyê, ava bendava Rihaniyê ji çema Efrînê dê were dagirtin.

Li gorî Rêxistinên Mirovî, bi paşguhkirina zagonên navnetewî û bi dizîna ava Efrînê, dewleta Tirk sûc û karesateke mirovî pêk tîne.

Li Efrîna dagirkirî, şênî mehê sê caran avê digirin, li bermberê wê dagirker derdorî 5 hezar Lîreyê Sûrî ji wan distînin.

Back to top button