Iraq ji ber qutkirina avê ji aliyê Îranê ve gef xwar

Ji ber qutkirina avê li ser herêmên rojhilatê yên Iraqê ji aliyê Îranê ve, Bexda gef li Tahranê xwar û anî ziman ku ji bo vegerandina mafê xwe yê avê wê serî li aliyên navneteweyî bidin.

Wezîrê Çavkaniyên Avê ya Iraqê Mehdî Reşîd El-Hemdanî di civînek çapemeniyê de li ser mijarê Îran hişyar kir.

Mehdî Reşîd El-Hemdanî diyar kir ku ger Îran israr bike çemên hevpar ji ser herêmên rojhilat qut bike û bi Iraqê re der barê aloziya avê de li gorî peymanên navneteweyî hevkariyê neke, ew ê serî li aliyên navneteweyî bidin da ku mafê xwe di avê de vegerînin.

El-Hemdanî anî ziman ku Tehran ti helwest nîşan neda û hê jî avê ji çemên Sêrwan, Karon, Kerxe û El-Wend yê qezaya Diyala qut dike.

Ev yek jî dibe sedema gel ziyanên mezin bibînin.

Wezîrê Çavkaniyên Avê ya Iraqê destnîşan kir ku Îranê soza xwe ya lidarxistina civînekî ji bo ku vê mijarê nîqaş bikin, pêk neanî.

Her wiha Tehran jî ji ber hilbijartinên Îranê ev civîna ku diha payîn Hezîranê pêk hatiba, dereng xist.

Back to top button