Rûspiyên êlên Tebqayê diyar kirin ku ew ê destûrê nedin hewldanên têkbirina aramiya li herêmê û projeya neteweya demokratîk.
Rûsipiyê Êla El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid diyar kir hewldanên têkbirina Rêveberiya Xweser berdewam nake ji ber ku li ser fikrê Rêber APO a neteweya demokratîk avabûye.
El-Raşid got Êl û şêniyên herêmê piştgiriya rêveberî û Hêzên QSD’ê dikin.
Li aliyekî din hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê û şêxê êla El-Welda Hamid El-Ferec dan zanîn ku Dewleta Tirk û Hikumeta Şamê hewildidin ku bi riya fitneyan ewlehiya herêmê têk bibin.
Hamid El-Ferec da zanîn ku bi saya hevgirtina gelên herêmê û hişyariya wan a li hemberî komployên li dijî herêmê, wê ev hewldan bi sernekevin.
Rûspiyê êla El-Weheb Cemal El-Nihêtir jî axivî û tekezkir ku gelên herêmê wê destûrê nedin hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê û astengiyên li pêşiya projeya neteweya demokratîk.