Dewleta Tirk a qirker û çeteyên xwe, careke din gundewarê Minbic û Şehba topbaran kirin.
Gundên Ereb Hesen, El Mihsilnî û Ceradê yên bakurê bajarê Minbicê rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ev yek bi riya daxuyaniyekê ragihand.
Navendê da zanîn ku di encama topbarana duh û îro de, heta niha 32 obîs û hewan li herêmên ku hatine hedefgirtin, ketine.
Di encama topbaranan dewleta Tirk a dagirker de agir bi zeviyên çandiniyê yên li eniya Minbicê ket.
Her weha dewleta Tirk a dagiker gundê Dêrqaq yê girêdayî Şehba topbaran kir.
Derbarê encamên topbaranê, agahî nehatin bidestxistin.