Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê

Xwepêşandanên Siwêdayê yên bi daxwaza guhetina siyasî hîna didomin.
Ev li hêlekî, li hêlekî din, Hikumeta Şamê hejmareke zêde ji leşker û erebeyên bi çek şand Siwêdayê.
Niha jî li herêmê rewşeke aloz heye û metirsî hene ku alozî gurtir bibe.

Li her devera cîhanê dema tu banga dawazên xwe dike, hene yên ku li te guhdarî bikin.

Lê, Sûriyê ji van deveran hemûyan cudatire.

Li vî welatî dema ku tu banga daxwazên xwe dikî, yan tu tê kuştin yan jî tê revandin.

Li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê, gel li dijî rewşa aborî, kirîz welat û siyasteyên hikumeta Şamê bertek nîşan didin.

Zêdetirî 250 roj in li pey hev xelkên Siwêdayê dadkevin qadan û banga guhertina Siyasî dikin.

Îro jî bi dehan kes careke din li qada Kerama ya naverasta bajarê Siwêdayê hatin gel hev.

Xwepêşandêran careke din banga pêkanîna biryara NY a 2254’an kirin.

Xwepêşandêran eşkere kirin ku heta daxwazê wan pêk werin, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Hikumeta Şamê karwanên leşkerî dişîne Siwêdayê

Hemxwxtî vê, ev çend rojin jî hikutema Şamê kerwanên leşkerî dişîne parêzgeha Siwêdayê.

Li gorî malpera Siwêda24, karwanên leşkerî derbasî bajarê Siwêdayê bûn.

Niha jî li herêmê alozî heye.

Li gorî hin dezgehên ragihandinê, hêzên hikumeta Şamê amadekariyên operasyoneke dikin ku derbasî Siwêdayê bibin û berpirsên xwepêşandêran bigirin.

Li gorî çavdêran, hikumeta Şamê dixwaze Xwepêşandanên li Siwêdayê mîna salên berê bi zimanê çek û şer vemrîn e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî hêzên hikumeta Şamê gule li xwepêşandêran berand û di encamê de xwepêşandêrek hate kuştin.

Geşedanên Dawî li Siweydayê û Senaryoyên Muhtemel

Back to top button