Li herêma Metîna ku artêşa Tirk dixwaze dagir bike, ji gerîla derbên giran xwar

Li herêma Başûra Kurdistanê ku artêşa Tirk dixwaze dagirbike, ji gerîla derb li ser derbê dixwe.
Gerîlayên HPG û YJA-Starê ketin kozikên dagirkeran.
Di vê çalakiyê de, 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin.”

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên HPG û YJA-Star ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ji dagirkeriyê berxwedaniyeke dîrokî didin meşandin.

HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin rûxandin

Li Metîna ya ku dewleta Tirk dixwaze dest bi qonaxeke nû ya dagirkeriya li herêmê bike, derbên giran dixwe.

Li herêmê ku gerîla ketin kozikên nû hatine çêkirin de, 15 leşkerên dewleta Tirk a dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî vê;

“Li herêma Metîna;

4’ê Gulanê gerîla bi ser Kanî Botkê ya li Qada Berxwedanê ya Golkayê de girtin.

Di çalakiya ku gerîla ketin kozikên dagirkeran de, çekên nîv otomatîk û ferdî hatin bikaranîn.

Di vê çalakiyê de 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin ruxandin.

HPG’ê diyarkir ku artêşa Tirk a dagirker ya derbên giran ji gerîla dixwe, vê carê bi balafirên şer êrişî herêmê dike.

HGP’ê li ser vê yekê jî ev agahî dan:

  • Ji 2-4’ê Gulanê 10 caran bi balafirên şer qadên Metîna, Garê û Xakurkê bombebaran kirin.
  • Ji 1-3’ê Gulanê, Qadên Berxwedanê ya Şêlazê û Golka yên Metînayê û Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a Zapê, bi helîkopterên êrîşê û çekên giran hatin bombebarankirin.
Back to top button