Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bersiva Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîdê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê bersiva Wezareta Dadê ya Tirkiyê ya têkildarî tecrîda li Îmraliyê ya ku gotibû ‘tecrîd nîne’ de daxuyaniyek da.
Buroya Hiqûqê destnîşan kir ku Wezareta Dadê hewl dide sînorên dawî yên pêkanîna tecrîdê diyar bike û got:”Hemû maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tecrîda li ser Rêber Apo ku 38 meh in agahî jê nayê girtin, were rakirin 7’ê kanûna 2023’yan serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê dabûn.

Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî ji serlêdanê re bersiv dabû û gotibû: Rêber Apo ‘ji mafên xwe sûdê digire û tecrîd nîne’.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê bersiva têkildarî Wezareta Dadê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

“Li Îmraliyê hemû maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got:

“Di serlêdana birêz parlamenteran de geşedanên ji sala 2011’an ve û agahînegirtina 38 mehan hatiye pirsîn lê di bersiva Wezaretê de nirxandin bi sala 2023’yan hatiye sînorkirin.”

Li ser vê yekê Buroyê destnîşan kir ku Wezareta Dadê hewl dide sînorên dawî yên pêkanîna tecrîdê diyar bike û wiha got:

Di sala 2023’yan de yek parêzer û endamên malbatê nîne ku di sala 2023’yan bikare biçe Îmraliyê.

“Li Îmraliyê hemû maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.”

Bi domdarî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hevdîtinên herî dawî ên li Îmraliyê hatine kirin bi bîr xist û wiha dewam kir:

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran nêzî 13 sal in yek hevdîtina parêzeran bi brêz Abdullah Ocalan re pêk nehatiye.

Ji 6’ê Cotmeha 2014’an ve jî ji bilî 5 hevdîtinên bi malbatan re hemû hevdîtinên malbatan hatine astengkirin.
Birêz VeYsî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî ji roja birine Îmraliyê ve zêdetirî 9 sal in yek hevdîtina parêzeran pêk nehatiye.

“Agahînegirtina zêdetirî 3 salan a li Îmrailyê teşeyeke dermirovî ye”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê anî ziman agahînegirtina zêdetirî 3 salan a li Îmrailyê bi awayekî rewşa zêdebûna tecrîdê, teşeyeke dermirovî ye û dawiyê ev bang kir:

Em bang li Wezaretê û daraza Îmraliyê dikin ku dawî li şertên şaşiyên mutleq ên li derveyî rêziknameya hiqûqî ya heyî tên meşandin, dawî li biryarên ku azadiyê xesp dikin binîn,

Her wiha bang li raya giştî ya hêja dikin ku ji bo fermaneke demokratîk û pêşerojeke aştiyane hesas bin û dawî li van pêkanînan bînin.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser binpêkirinên li Îmraliyê daxuyanî da

Back to top button