Jinên Şengalê piştgirî dan pengava TAJÊ ya bi navê “Li dijî qirkirina jinan em ê bibin dengê xweparastinê” ji bo xwe parastinê hat destpêkirin û gotin: ‘Jinên li pey azadiyê ne dibin hedefa êrişan.
Divê jin xwe bi rêxistin û perwerde bikin.
Her wiha bang li hemû jinan kirin ku xwedî li pengavê derkevin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em ê bibin dengê xweparastinê” dest bi pengavek kir.
Armanca TAJÊ bi vê pengavê ew e ku di serî de jinên Êzidî li hemberî êrîş û qirkirina li ser jinan helwestek çêbibe.
Endama Meclisa Jin a gundê Dîgurê Wefa Weysel û rêvebera Meclisa Jinên Ereb a Bîrcariyê Fatma Berhew têkildarî giringiya pêngavê axivin.
Wefa Weysel: Jinên li pey azadiyê ne dibin hedefa êrişan
Endama Meclisa Jin a gundê Dîgurê Wefa Weysel diyar kir ku hemû jinên li pey azadiyê ne û ji bo azadiyê têdikoşin, dibin hedefa êrişan û wiha got:
Di serî de Iraq û başûrê Kurdistanê jin li tevahî cihanê tên kuştin û tundî li wan tê kirin.
Bi kuştin û windakirina jinan re civak, çand û bawerî jî tên kuştin û tunekirin.
Jin êdî zext û ferzkirinên mêr ên ku li ser wan didin meşandin qebûl nakin, li ber xwe didin û têdikoşin.”
Wefa Weysel: Divê jin bibin yek xwe bi rêxistin û perwerde bikin
Wefa Weysel destnîşan kir ku dema jin xwe rêxistin û perwerde kir dikare dawî li tundî û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jinan bîne û got:
Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku tevli pengava TAJÊ bibin.
Em bibin yek deng û yekdest bi vî awayî qirkirina li ser jinan bidin rawestandin.
Fatma Berhew: Jin xwedî roleke girîng in, bingeha civak û civakbûnê ne
Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb a Bîrcarî Fatma Berhew jî da zanîn ku tundiya li ser jinan, li ser hemû civakê ye û wiha got:
Tundiya dijî jinê li ser tevahî civakê ye.
Jin xwedî roleke girîng in, bingeha civak û civakbûnê ne.
Jinên şerker bi fikrên xwe şer dikin ne tenê bi çekan şer dikin.
Pêwîst e hemû jin li her derê cîhanê bibin dengek û li hemberî zilm û zorê bibin dengê azadî û berxwedanê.
Banga me ji hemû cîhanê re ew e ku piştgiriya hamleya me bikin.”
Fatma Berhew bang li tevahî jinan kir ku piştgirî bidin pêngava TAJÊ û li dijî tundiyê têbikoşin.