Şehîd Xemlîn Kobanê û Melka Iwêd ji aliyê hêzên Asayişê ve bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Hêzên Asayîşê 2 endamên xwe, şehîd Xemlîn Kobanê û Melka Iwêd ku di dîrokên cuda de şehîd bibin bi merasîmekê bi bîr anîn.
Merasîma bibîranînê bi amadebûna Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandariya kantona Dêrezorê, Komîteya Hundirîn û malbata şehîdan hat lidarxistin.
Li ser giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin û piştre gelek axaftin ji aliyê rêveberiya kantona Dêrezorê, Komîteya Hundirîn û malbata şehîd ve hate pêşkêşkirin.
Axaftin li ser rola şehîdan û fedakariya wan ya ji bo bidestxistina azadiyê hat kirin.
Her wiha soza domandina riya şehîdan hat dayin.
Merasîma bibîranînê bi radestkirina wêneyên şehîdan bi dawî bû.