Senetorê Emerîkî yê nêzîkî serokê Emerîkayê Lindsey Graham jî têkildarî mijarê li ser hisabê xwe yê tiwîtterê bertek nîşan da û got:
Vekişandina hêzên Emerîkî ji ser sînor rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ’ê vedike.
Her wiha zemînekê ji derbasbûna rejîma Sûrî û Îranê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re çêdike.
Graham helwesta Emerîka ya li hember Kurdan bi ”deqeke reş li ser anîya Emerîkayê” û bi ”Bo-belatê” bi nav kir û teqez kir ku ev gav wê di Kongressê de bê nîqaşkirin, da ku Trump ji biryarê veger.
Graham bi tiwîtteke din jî ev tişt anî ziman:
Niha min li gel senatorên Demokratîk di nav de Senetor Keris Van rewşa Sûrîyê gotûbêj kir
Me li hev kiriye, eger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilata sûrî kir, em ê cezayên giran lê bisepînin.
Her wiha eger êrîşî Hêzên Kurdî kir ku desteka me ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ne, em ê endamtîya Tirkiyeyê di Natoyê de bicemidînin.
Hêjayî gotinê ku di sala 2018’an de û dema ku serokê Emerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê da.
Dîsan Senetorê Cimhûrî yê Emerîkî Lindsey Graham bertek nîşan da û hişt ku Trump ji biryara xwe ya vekişandina yekser veger.