26,5 milyon zarokên Nîjerya bi zorê xwe digihînin ava paqij ya vexwarinê

Li welatê rojavayê Afrîka Nîjerya, 26,5 milyon zarok xwe di gihandina ava paqij ya vexwarinê de zehmetiyan dibîne.

Nûnerê Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF) yê Nîjerya Peter Hawkins bi wesîleya Roja Avê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Peter Hawkins got,

Jiyana civakên li vê herêmê bi ava li ser rûyê erdê, bi ava gol û çeman ve girêdayî ye.

Li welat zêdeyî 26,5 milyon zarok nikarin li gorî pêwistiya rojane ya avê peyda bikin.

Hawkins fikarên xwe yên li ser vê mijarê anî ziman û wiha domand:

Krîza avê ya li cîhanê nayê, ji ber ku hatiye û zarok qurbaniyên herî mezin yê vê yekê ne.

Dema kaniyên avê zuha dibin zarok ji bo avê bênin naçin dibistanê.

Hawkins anî ziman ku li welat zehmetiyên xwe gihandina ava paqij didome û ji sedî 86 welatî nikarin xwe bigihênin çavkaniya avê.

Nûnerê Fona Alîkariyê ya Zarokan a NY (UNICEF) yê Nîjerya Peter Hawkins diyar kir ku rêxistina UNICEF û hikumeta welat ji bo çareserkirina pirsgirêka avê lêkolînên cur bi cur dikin da ku tevahî şênî bigihêjin aveke paqij û têrker.

Back to top button