Bertekên aliyên Amerîkayê yên li dijî biryara Trump

Hejmareke siyasetmedarên Amerîkayê nerazîbûnên nîşanî biryara serokê Amerîkayê ya vekişîna hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave kirin û ew biryar bi “Kişandina ber bi aliyê zordest re û xiyaneta der heqê kurdan de” wesifandin.

Bernamzeta berê ya serokatiya Amerîkayê Hillary Clinton li ser hesabê xwe ya Twitter got: “Serok xwe daye aliyê desthilatên zordest ên Tirkiyê û Rûsyayê li ser hesabê hevalbendên me yên wefadar û berjewendiya Amerîkayê. Biryara wî der heqê kurdan de xiyanetek kirêt e.”

Endamê Congress a Amerîkayê yê ji Partiya Komarger Mark Rubio metisiyên xwe girêdayî biryara Turmp a dawîn rave kir û got: “Eger raporên girêdayê vekişandina DYA`yê ji Sûriyê rast bin, wê demê rêveberiya Trump şaştiyek mezin kiriye ku dê encamên wê ji Sûriyê dûrtir hebin.”

Mark Rubio wiha domand: “Dê bihêle ku Îranê asta êrîşên xwe yên dijber zêde bike. Ew jî dibe ku bibe sedema şerek herêmî berfireh û xeter.”

Nûnerê berê ya DYA`yê di Neteweyên Yekbûyî de (NY) Nikki Halley got: “Eger em bixwazin hevalbendên me desteka me bikin divê em bi heman miqdarî desteka wan bikin. Hêzên Sûriye Demokratîk rolek çalak di şerê me yê serkeftina li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê de lîstin. Hiştina wan li pêşberî mirinê re şaştiyek mezin e.”

Endamê parlamantoyê Liz Cheney biryara Trump bi “şaştiyek tirajedîk ku destkeftiyên Amerîka li dijî DAIŞ`ê dixe xeteriyê û ewlehiya Amerîka tehdîd dike” wesifand.

Liz Cheney li ser hesabê xwe li ser Twitterê got: “Ev biryar bûyera 11`ê Îlonê paşguh dike. Terorîst dikarin ji dûrahiyên bi hezaran mîlan stargehên xwe ji bo pêkanîna êrîşan li dijî Amerîkayê bi kar bînin.”

Parlamenter Adam Kizner got: “Vekişandina hêzên amerîkî ji herêmê dê îşaret bide ku em dev ji dostên xwe berdidin û dê tiştên ku Rûsya û Îranê dixwazin bide wan, ev şaştiyek e.”

Pete King ê ku tev li komîteyên istixbarat û ewlehiya hundirîn dibe got: “Ez biryara Trump a bihêle Erdogan êrîşî Sûriyê bike bi ti awayan erê nakim. Ev der heqê kurdan de xiyanet e, rêxistina DAIŞ`ê xurt dike û welêt amerîkî dixe xeteriyê.”

Chris Van Hollen endamê Congressê got: “Kurdên Sûriyê di dema ku Tirkiyê tiştek nekir, li rex me di şerê li dijî DAIŞ`ê de li Sûriyê sekinîn. Biryara Trump bi îxanetkirina  wan ne di cih de ye. Divê Congress diyar bike ku eger Tirkiyê êrîşî kurdên Sûriyê bike dê berdêlek biha bide.”

Chris Van Hollen wiha domand: “Ev der heqê hevalbendê me ya herî çalak de di şerê li dijî DAIŞ`ê de xiyanet e. Dê zirarên mezin bighîne berjewendiyên me yên ewlehiyê. Bibe sedema qirkirinek nijadî. Rewşek ne ewle ya demdirêj li herêmê biafrîne. Ez bang li Koşka Spî dikim ku biryara xwe biguhere.”

Siyasetmedar û bernamzetê yê berê yê serokatiya Amerîkayê Mike Huckabee destnîşna kir ku ew bi giştî siyaseta derve ya Trump a girêdayê beşdarnebûna ji şerên li derve li şûna ti kesî erê dike, lê biryara Trump a vekişandina hêzên amerîkî û hiştina kurdan  wekî şaştiyek mezin bi nav kir. Mike Huckabee got, Kurd ji kesekî nexwestin ku li şûna wan şer bikin lê tenê hêvî dikin ku amûrên parastinê ji wan re werin pêşkêşkirin ji bo ku xwe biparêzin. Ew ji Amerîkayê re hevalbendên wefadar bûn divê Amerîka dev ji wan bernede.

Sînatorê Amerîkayê yê ji Partiya Komarger yê nêzî Trump Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Twitterê  hişyarî ji plana Trump a vekişandina hêzên amerîkî da û got ew ê bi awayekî fermî biryarekî li dijî biryara Trump pêşkêş bike. Lê behsa deteyên biryarê nekir, tenê  destnîşan kir ku biryar amade bûye.

Leave a Reply

Back to top button