Piştî gefa Trump nirxê lîreya Tirkiyê daket

Piştî gefên serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Tirkiyê ku gotibû “Heger Tirkiyê sînorê xwe derbas bike ew ê aboriya wê hilweşîne” nirxê lîreya Tirkiyê ji sedî 2 daket.

Lîreya Tirkiyê li gel metirsiyên ji encamên êrîşa Tirkiyê ya ku tê payîn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne heya nuqteya 5.8050 li bermaberî dolarek amerîkî daket. Heta saet 16:27`an li gorî GMT bi rêjeya ji sedî 1.94 daket.

Ji ber wê buhaya senadetên serdest ên Tirkiyê bi dolarê amerîkê bi awayekê balkêş daket.

Serokê Amerîkayê beriya çend kêliyan Tirkiyê hişyar kir ku heger sînorê xwe derbas bike dê aboriya wê hilweşîne.

Leave a Reply

Back to top button