Tîma Çêkerên Aştiyê ya Xiristiyan-CPT a Kurdistanê gotinên Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê derewand û diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015’an û vir ve 85 sivîl şehîd, 95 birîndar bûne.
Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser başûrê kurdistanê re bi dehan sivîl şehîd kirin.
Lê tevî dîmen û belgeyan jî Sefrînê dewleta tirk li Hewlêrê Hakan Karaçay îdia dike ku hêzên wan sivîlan nake hedef.
Tîma Çêkerên Aştiyê ya Xiristiyan a Kurdistanê (Christian Peacemaker Teams- CPT) bi daxuyaniyekê bersiv van îdayên dewleta tirk da.
Tîmê êrîşa bajarokê Sîdekan, Şêladizê seyrangeh a Kunemasî ya Şarbajêr a Silêmanî û operasyona dagirkeriya dewleta tirk ya dawiyê li herêmê pêk tîne bi bîrxist û wiha got:
Tenê ji 15’ê Hezîranê û vir ve li cihên navborî heta niha 15 sivîl di êrîşên balafirên dewleta Tirk de hatine kuştin.
Daxuyaniyê Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê Hakan Karaçay ner rastin.
Di encama topbaranê de 10 avahiyên gund hilweşiyan û sedan gund jî valabûne.
Her wiha ziyanek mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.”
Tîma Çêkerên Aştiyê ya Xiristiyan a Kurdistanê dazanîn ku ji meha Tebaxa 2015’an heta niha 85 sivîl di encama êrîşên dewleta tirk de şehîd û 95 jî birîndar bûne.
Tîma CPT a Kurdistan di dawî de daxwaz ji hikûmeta Tirkiye kir ku rêz li jiyana welatiyên sivîl bigire û dawî li operasyonên xwe yên leşkerî bîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tîma CPT a Kurdisan ji sala 2007’an ve saziyekî navneteweyî ye ku kar li ser mafê mirovan dixebite.