Ji Jinên Ciwan ‘Konferansa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Jin’

Yekitiya Jinên Ciwan wê 6’ê Gulanê ‘Konferansa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Jin’ li darbixe.

Konferans wê bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve” were lidarxistin.

Li gorî agahiyên Yekîtiya Jinên Ciwan dane, wê jinên ciwan ên ji saziyên Rêveberiya Xweser tev li konferansê bibin.

Di konferansê de dê li ser sîstema neteweya demokratîk di nava Rêveberiya Xweser û rola jinên ciwan di avakirina sîstema neteweya demokratîk de were niqaşkirin.

Konferans dê 6’ê Gulanê li Wargeha Ciwanan a li bajarê Qamişloyê dest pê bike.

Konferans dê rojekê dewam bike bi encamnameyekê bi dawî dibe.

Back to top button