Nasnameya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ibrahîm Omer hat eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamê xwe Ibrahîm Omer ê ji Minbicê eşkere kir.
Li aliyê din Ehmed Yehiya ku di êrişeke şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bû, bi merasîmekê li Minbicê hat oxirkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe Ibrahîm Omer ê ji Minbicê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm re het xwestin û hat teqezkirin ew ê heta dawî şopdarên xeta şehîdan bin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameye şehîd wiha ye:

Îbrahîm Omer, 28’ê Adara 2022 li Minbicê Şehîd bû.

Li Minbicê şehîd Ehmed Sitût hat oxirkirin

Li aliyê din duh Ş. Ehmed Yehiya Sitût ku parêzvanê Navenda Berhemên Seweldariyê ya Minbicê bû hat oxirkirin.

Ş. Ehmed di encama êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Di merasîma oxirkirinê de, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx û cîgirê Hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê Cemîl Mihemed axivîn.

Di axaftinan de hat gotin :

“Şehîdan ji bo welat azad bimîne canê xwe feda kirin.

Bi saya wan niha herêm aram e.”

Piştre nasnameya şehadetê hat xwendi û radestî malbatê hat kirin.

Dawiyê şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn.

Back to top button