Hikûmeta Swêd ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê xwest 10 km dûrî sînorê Sûrî û Iraqê bikevin

Swêd ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê xwest ku 10 KM dûrî sînorê Sûriyê û Iraqê bikevin. Hemwxtî wê jî KCK’ê eşekre dike ku wê dewleta Tirk û PDK’ê dest bi êrişeke mezin bikin.. Her wiha Hikûmeta Kazimî jî sînorê di navbera Rojava û Şengalê bi lêkirina dîwarekî digire.

Wezareta Karê Derva ya Swêdê, ji wealtiyên xwe yên li Tirkiyê xwest ku 10 KM dûrî sînorên Sûrî û Iraqê bikevin..

Wezaretê di hişiyariya xwe de, ji welatiyên xwe re got; bi taybet ji deverên Lîwa Îskenderun, Kîlîs, Şirnex, Colemêrg yên li ser sînorê herdû welatan, dûr kevin.

Nayê zanîn bê çima Hikûmeta Swêdê hişiyariyeke bi vî rengî dide welatiyên xwe, lê belê ev bang hemwextî amadekariya êrişeke dewleta Tirk pêk hat.

Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê eşkere kir, wan agahî bi dest xistine ku wê PDK’ê û Dewleta Tirk bi hev re, li dijî Gerîla dest bi şer bikin..

https://anfkurdi.com/kurdistan/te-gotin-ku-pdk-artesa-tirk-we-15-e-nisane-dest-bi-erise-bikin-153826

Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê jî diyar kir ku herdû alî wê 15 Nîsanê bê, êrişî deverên Gerîla bi taybet li Kanî Masî ya Dihokê bikin û planên provakasyonê jî danîne.

Tam di wexteke wiha de jî, Hikûmeta Iraqê dîwarekî di navbera Rojava û Şengalê de lê dike û mîna dewleta Tirk sînor bi temamî digire.

Iraq idia dike ku ew sînorê xwe li pêşiya derbasbûna DAIŞ’ê ji hindirê axa wan re, digire.

Lê belê çavdêrên siyasî vê gavê bi Peymana Şengalê ya 9 Cotmehê ve girê didin û hişiyariya şerekî mezin didin.

Back to top button