Ji Mûsa Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû revandin agahî nayê girtin

Mûsa Çîftçî yê ji Colemêrgê ku li Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin ev 16 roj in agahî jê nayê girtin.

Mûsa Çîftçî ji sala 2015’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dijî.

10’ê Adarê dema ji Silêmaniyê diçû Hewlerê li benda kontrolê ya li navçeya Şeqlawa ya Hewlêrê hat binçavkirin.

Ferdên malbatê yên li navçeya Gevera Colemêrgê dijîn, ji bo agahî ji Çîftçî negirtine berê xwe dan Şeqlawayê.

Ferdên malbatê yên bi rayedarên PDK’ê re axivîn, diyar kirin ku rayedarên PDK’ê têkildarî hêceta binçavkirina Çîftçî û cihê ku lê tê girtin tu agahî nedane wan.

Ferdên malbatê anî ziman ku lêgerînên wan ji bo Çîftçî didomin.

Back to top button