Salvegera 97’emîn a Peymana Lozanê

Îro salvegera 97’emîn a Peyma Lozanê ye. 97 Sal berê cografyaya Kurdistanê di nava çar dewletên netewe de hat parçekirin.

Bi Peymana Lozanê re pêvajoya qirkirin û tunekirinê ya li dijî Kurdan jî hat destpêkirin û heta îro jî didome.

Rêber Apo Peymana Lozanê weke trajediya sedsala 20’an a kurdan pênase kir.

Gelê Kurd di vê dema ku hewl tê dayîn Lozan were nûkirin de êdî naxwaze çarenûsa sed sal berê bijî.

Peymana Lozanê 24’ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozan a Swîsreyê di navbera hikûmeta Enqerê û dewletên Îngîlîstan, Fransa, Japonya, Îtalya û hin alîgirê wan de hate îmzekirin.

Bi peymana Lozanê cografya Kurdistanê di nav dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî de hat dabeşkirin.

Bi peymana Lozaê êdî bi taybetî li Tirkiyê pêvajoya qirkirin û înkarê li dijî Kurdan bi fermî hate destpêkirin.

Kurdan li dijî vê siyaseta qirkirin û tunekirinê gelek caran serî hildan lê her carê ji komkujiyan xwe rizgar nekirin û bi serneketin.

Ev 40 sale jî bi pêşengiya PKK’ê û Rêber Apo jî li dijî vê siyaseta înkar û tunekirinê têkoşîneke mezin tê meşandin.

Rêber Apo di nirxandineke xwe de Peymana Lozanê weke yek ji bûyereke herî trajîk ya sedsala
20’an pênase dike û dibêje:

“Lozan tenê bandor li Kurdan nakir, bandor li gelên Ereb, Fars û Tirk jî kir. Peymana Lozanê xwîşk û biratiya gelan xira kir.”

Rêber Apo balê dikişîne li ser çêkirina Peymana Lozanê û avakirina Komara Tirkiyê û dibêje:

“Komara Tirkiyê bi piştgiriya Îngîlîstanê hate avakirin. Lê polîtîkayên înkar û tinekirinê hişt ku komara Tirkiyê ji her alî ve wenda bike.”

Rêber Apo di Îlona 1989’an de jî tîne ziman ku ew ê bi yekîtiyê, peymanên Sewr û Lozanê derbas bikin û xwe bigîhînin tifaqa demokratîk a gelan.

Rêber Apo bi bîr dixe ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi vê tifaqê heye û balê dikişîne li ser gotinek Kemal Pîr û wiha dibêje:

“Kemal Pîr digot “ez rizgariya gelê xwe di rizgariya gelê Kurd de dibînim. Ez alîgir im ku gelê Rojhilata Navîn di nava federasyoneke mezin de kom bibin.”

Rêber Apo di sala 2010’an jî anî ziman ku Kurd û Tirkan di sala 1920’an de tifaqî kirin, îro jî li ser bingeha demokratîkbûnê pêdivî bi vê tifaqê heye.

Lê dewleta Tirk li şûna ku tifaqa 1920’an esas bigre polîtîkaya tinekirin û qirkirina kurdan ku heya niha didome, da destpêkirin.

Îngîlîstanê beramberê Mûsil û Kerkûkê ku sînorê mîsaqê mîlî ya Tirkan dihat hesibandin, ji polîtîkayên qirkirina Kurdan re çavê xwe girt.

Dema ku Peymana Lozanê hat kirin Kurd ji aliyê leşkerî, siyasî, diplomasî û aborî de xwedî hêz û rêxistinê nebûn.

Lê îro rewşa Kurdan ne weke ya wê demê ye. Kurd îro xwedî hêza leşkerî, siyasî, aborî, dîplomasî ne.

Di vê dema ku tê xwestin Lozaneke nû pê çêkirin de wê Kurd jî xwedî helwest û gotin bin.

Her çendî Erdogan îro bi xeyalên Osmaniya Nû û ji bo pêkanîna Mîsaqi Mîllî tevbigere jî, lê Projeya Neteweya Demokratîk ya Rêber Apo ku weke Konfederasyona Rojhilatanavîn jî pênase dike wê pêşî li Lozaneke duyemîn û xeyalên Osmanîya Nû bigire.

Ev proje di rastiya şoreşa Rojva de jî şênber buye.

Back to top button