Îro salvegera 87’mîn e ya komkojiya Dêrsimê ye

Îro salvegera 87’mîn a komkojiya Dêrsimê ye.
Bi boneya salvegera komkujiyê, bi pêşengtiya rêxisitinên elewiyan li herêma Kûtûdereyê bernameyekî bîranînê hat lidarxistin.
Kesên di bernameya bîranênê de amadebûn diyar kirin ku zarok û neviyên Seyîd Riza têkoşîna xwe ya li dijî roja reş didomînin.

4’ê Gulana 1937’an li Dêrsîmê, bi dest pê kirina Komkujiyê re, li gorî daneyên fermî 13 hezar kes û li gorî çavkaniyên herêmî jî nêzî 70 hezar kes hatin qetilkirin.

Her wiha bi deh-hezaran kes hatin koçberkirin.

Îro bi boneya salvegera komkujiyê, bi pêşengtiya rêxisitinên elewiyan li herêma Kûtûdereyê bernameyekî bîranînê hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari jî tev li bîranînê bû.

Bîranîn bi vêxistina çeraxê û rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîêm de Hevseroka Giştî ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan ji bo komkujiya ku weke “Roja Reş” tê gotin, banga “hevrûbûnê” kir û got:

“Armanca me ew e ku em vê komkujiyê nedin jibîrkirin, ji nifşên nû re vegotin û rojekê ji bo hevrûbûnê têkoşînekî hevpar a civakî meşandin e.”

Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiyên Elewiyan a Elmanyayê Huseyîn Mat jî tiştên di dema komkujiyê de hatine jiyîn bi bîr xist.

Hevserokê Giştî ya DAD’ê Zeynel Kete jî got:

Di komkujiyê de hemû zindî rastî komkujiyê hatin.

Em ê yên hatine qetilkirin tu car ji bîr nekin.”

Dawiyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî kesên ku hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got:

Heya ku Tirkiye dest ji birdoziya cihêkariyê ya li dijî elewî û baweriyên din berdide û hemû mafên xwe yên bingehîn bi tamînata Destûra Bingehîn bi dest dixin wê têkoşîna me bidome.”

Her wiha Tûlayê ji bo bi komkujiyê re hevrûbûn çêbe xwest komîsyon were avakirin, lêborîn were xwestin û got:

“Heya ku ev yek pêk tên dê têkoşîna me bidome.”

Merasîma bîranînê bi avêtina qûrnefîlên ser Çemê Mûnzûrê bi dawî bû.

KNK: Divê hesabê Jenosîda Dersimê ji dijmin bê pirsîn

Back to top button