Hêzên Sûriya Demokratîk encama şer û têkoşîna sala 2021’an li dijî bermahiyên DAIŞ’ê bi raya giştî re parve kir.
QSD’ê ragihand ku sala derbasbûyî şaneyên çeteyan sûd ji êrişên dagirkeriya Tirk wergirtin û xwestin careke din xwe birêxistin bikin.
Lê di encama operasyonên serkeftî de, darbên giran li wan hatin xistin û negihiştin armancên xwe.
Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şer û têkoşîna sala 2021’an a li dijî DAIŞ’ê eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku berxwedana wan rê li ber serkeftinên mezin vekir û wiha got:
Planên gelek êrişên terorîstî hatin têkbirin.
Bi saya tevger û operasyonên taybet ên hêzên me, pêşî li komkujiyên mezin hate girtin.
Şervanên QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê, taybet li ser sînorên Sûriyê-Îraq û herêmên çolistanî, qederek oparasyon pêk anîn.
QSD’ê îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk bi êrişên li dijî herêmê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vekir û got:
Dema meclîsên me yên leşkerî bi berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve mijûl bibûn, serçeteyên DAIŞ’ê hewl dan sûdê ji rewşê bigrin.
Êrîşên DAIŞ’ê hergavê hemwextî tevgera dagirkeriya Tirk pêk hatin.
Tevî vê yekê jî hêz û dezgehên ewlekariyê bi awayekî çalak rê li ber rêxistinbûyîna çeteyan girtin.
Meha Adarê de, pêngaveke hevbeş li dijî şaneyên veşartî destpêkir û bik dehan çeteyên amadekariya êrişan dikirin hatin girtin.
Di vê qonaxê de bi alîkariya rûspî, rêveberên civakî û dezgehên dadweriyê, çavkaniyên tevlîbûna nava çeteyan hat zuhakirin.
Di anav sala derbasbûyî de li dijî şaneyên terorîst li ser sînorên Îraq û Sûriyê gelek pêngav hatin lidarxistin.
Di encamê de serkeftinên mezin hatin bidestxistin.
Weke mînak,
4’ê Sibatê li bejahiya bajarok û gundewarên Dişîşa operasyoneke taybet hate destpêkirin-
Li vir kujerên herdu rêveberên gel Sa’eda Hermas û Hind El Xidêr girtin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de encama şer û têkoşîna sala 2021’an li dijî DAIŞ’ê wiha bi bîr xistin:
115 operasyon li dijî DAIŞ’ê birêve çûn.
93 şaneyên veşartî jihev hati xistin.
802 terorîstên DAIŞ’î hatin girtin.
8 çete hatin kuştin.
16 hewldanên êrişa li dijî Girtîgeha Hesekê hatin têkbirin.
87 bombe û xefkên teqemeniyê hatin bêbandorkirin.