Çeteyên li Şêrawayê 700 darên zeytûnan qut kirin

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî, ne mirov û ne jî xweza, tiştek ji hovîtiya çeteyan nafilite. Tevî hemû sûc û binpêkirinên derheqê şêniyên Efrînê de, xweza û darên wê jî dibin aramnc û tên talankirin. Herî dawî çeteyên Tirkiyê, 700 darên zeytûnan li Şêrawayê bi hovîtî qut kirin.

Ji roja dagirkirna Efrînê û heta niha, rojek jî bêyî binpêkirin derbas nebûye.

Sivîlên wê digirin, êşkence dikin û bi hovîtî dikujin.

Ne tenê mirov, heta bi xweza û darên Efrînê jî ji aliyê wan ve tê wêrankirin

Herî dawî, ajansa Hawarê ragihand “Çeteyên dewleta Tirk derdora 700 darên zeytûnan ên mezin qut kirin.”

Ajansê eşkere kir ku çeteyan ji bo êzingan ev dar birîne da wan bifroşin.

Her wiha hat ragihandin, ku ji wan daran 250 yên şêniyê bi navê Ebûd Bekir in.

Zeviyên Ebûd yên hatine wêrankirin jî, li ser rêya Kefer Nebo-Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê ne.

Back to top button