Civata giştî ya KNK’ê bi encamnayekê bi dawî bû

22’yemîn civîna KNK ya ku duh hatbû lidarxistin îro bi encamnameyekî bi dawî bû.
Di civînê de beşdaran teqezî bi yekitiyê kirin.
Her wiha banga li PDK’ê hate kirin ku dawî li îxaneta li dijî gelê kurd bîne.

22’yemîn civîna KNK ya ku duh li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatbû lidarxistin îro bi encamnameyekî bi dawî bû.

Civîn bi tevlîbûna delegeyan, nûneriyên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûneriyên saziyan hate lidarxistin.

Encamnameya civata giştî ya KNK’ê: Êdî dema yekitiyê ye

Di civînê de beşdaran teqezî bi yekitiyê kirin.

Her wiha piştî nîqaşên berfireh jî hin biryar hatin girtin.

Li gorî wê hin xalên encamnameya Civata Giştî ya KNK’ê wiha ne:

Divê hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re di asta neteweyî da were mehkumkirin.

KNK: Divê PDK dawî li hevkariya bi dewleta Tirk re bîne

Her wiha hevkariya PDK’ê ye bi dewleta Tirk re were tehşîr kirin.

Hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî bi ruhê Newrozê kombibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.”

Her wiha di civînê de banga li hikûmeta Iraqê hate kirin ku li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Iraqê derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.

Bi heman awayî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên sereke yên cîhanî û raya giştî ya cîhanê hate kirin li hember gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgiriya tekoşîn û Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê bikin.

Back to top button