Li Awisturya..ji ber bahoza dijwar 5 kes mirin

Bahoz û barana dijwar, li Awisturya bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir.
Li 4 eyaletan bahoza ku bi bandor, bû sedema mirina 5 kesî.

Bahoza dijwar a ku duh piştî nîvro li eyaletên Carinthia, Tyrol, Styria û Awitûrya Jêrîn xist, bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Li herêmên eyaleta Awituya Jêrîn 2 zarok ji ber dara ku bi ser wan de ketî jiyana xwe ji dest dan.

Polîsan di daxuyaniya xwe de ragihand ku 3 jin li havîngeha Gamingê bi heman sedeman mirin.

Li herêmê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê elektirîka gelek malan qût bû.

Li herêma ku seferên trênê hatin betalkirin, otoban û kuçeyên sereke li trafîkê re hatin girtin.

Nêzî 20 kesên ku di karesata ku ji ber bagera ku leza wê di saetê de 140 kîlometre pêk hat de birîndar bûn.

Serokdewlet Alexander Van der Bellen û Serokwezîr Karl Nehammer ji bo welatiyan peyamên sersaxiyê parve kirin.

Back to top button