Meclisa Leşkerî ya QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist

Meclisa Leşkerî ya QSD’ê ji bo nirxandina kar û xebatên 3 mehan civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di civînê de geşedanên di rojevê de hat niqaş kirin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Fermandarên Meclisên Leşkerî tev da, berpirsên nivîsgeh û saziyên leşkerî, tev li civînê bûn.

Di civînê de geşedanên meydanî û leşkerî, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, binesaziya wê, saziyên xizmetguzariyê û sivîlan, zirarên di encamê de çê bûne hatin nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de tedbîrên ku divê li hember van êrişan bên girtin bi firehî hatin gotubêjkirin.

Her wiha êrişên dawîn ên hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê, amadekariyên QSD’ê ji bo her şerekî muhtemel, rewşa Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û ya herêmê, hatin nîqaşkirin.

Meclisa Giştî, tevahî biryarên li hember Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hatine girtin û ji nû ve sazûmankirina wê hate erêkirin.

Di dawiyê de, ji bo xurtkirina amadekariyên hêzan di tevahî şert û mercan de, plansazî hate dayîn.

Back to top button