Ji malbatên şehîdan ên Girê Spî re projeyeke aborî hat destpêkirin

Rêveberiya Projeyên Civakî ya Girê Spî projeya xurtkirina aborî ya malbatên şehîdan ên li Kampa Koçberên Girê Spî da destpêkirin.

Ji bo pêkanîna projeyên çandiniyê li gorî rêbaza komînal ku rewşa debarê û aborî ya xelkê herêmê bê başkirin, Rêveberiya Projeyên Civakî ya Kantona Girê Spî yekemîn proje da destpêkirin.

Li gorî projeyê di 180 donimî de li nêzî kampaKoçberên Girê Spî ya li nêzî gundê Til Semen dê berhemên zivistanê werin çandin.

Ji wê projeyê 14 malbatên şehîdan sûdê werdigirin.

Der barê rola Rêveberiya Projeyên Civakî de endamê rêveber Ebdulfetah El Erebî diyar kir ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku koçber û malbatên şehîdan di aliyê aborî de bên xurtkirin.

Rêveberiya Projeyên Civakî hewl dide tevahî pêdiviyan pêşkêş bike, ji erdê bigire heta bi tov, semad, derman û avê.

Li aliyekî din jî Rêvebera Projeyên Civakî hewl dide 3 projeyên din li Hîşe, Ehmediyê û Samiriyê bi rûbera hezar û 140 donimî pêk bîne ku 60 malbatên din ên koçber ên xizan sûdê werbigirin.

Back to top button