Li dijî tecrîdê çalakiya li ber avahiya NY a cenevreyê didome

Di çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) de salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê hat silavkirin.
Di çalakiyê de banga beşdarbûna meşa ku wê di 13’ê Kanûnê de bi wesîleya 3’emîn salvegera çalakiya bênavber bê lidarxistin, hate kirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 4 salin bênavber li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Mustafa Altunbaş axivî :

Mustafa Altunbaş salvegera 45’an a PKK’ê pîroz kir û banga tevlîbûna çalakiya pîrozbahiya girseyî kir ku wê 13’yê Kanûnê bajarê li Luzern a Swîsreyê bê lidarxistin.

Piştire Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) jî Mehmet Latîf Çelebî li ser dîroka damezrandina PKK’ê axaftinek kir û got:

“Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de li qadan bin.”

Back to top button