Dermanfiroş Heyfa Hemo: Navend bê pere xizmetê ji gel re dike

30’ê Îlona 2021’ê Desteya Tendirustiyê yê herêma Cizîrê bi alîkariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rêveberiya Xweser navenda şûştina gurçikan vekir.
Dermanfiroş Heyfa Hemo diyar kir ku navenda şûştina gurçikan a li Qamişlo bê pere xizmetê ji gel re dike û got:Ew hewl didin barê gel sivik bikin.

30’ê Îlona 2021’ê Desteya Tendirustiyê yê herêma Cizîrê bi alîkariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rêveberiya Xweser navenda şûştina gurçikan vekir.

Ev navend jî bê pere şêniyên herêmê derman dike..

Der barê vê projeyê de, Heyfa Hemo ku wekî dermanfiroş di nexweşxaneya de dixebite, axivî.

Heyfa eşkere kir ku piştî amadekariyên dem dirêj, navenda şûştina gurçikan bi hemû alavên tibî, pêdivî û kadroyên pispor dest bi pêşwazîkirina nexweşan kir.

Dermanfiroş Heyfa Hemo: Em hewl didin barê gel sivik bikin

Derbarê armanca vekirina nexweşxaneyê de jî Heyfe ev yek anî ziman:

Nexweşên gurçikan pêwîste di hefteyekê de du caran bikevin diyalîzê.

Lewra beriya ev navend vebe, nexweşên gurcikan di warê diyalîzê de zehmetî dikişandin.

Lê niha êdî barê gel sivik bûye.

Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hemû derfetên xwe, hewl dide ku piraniya pêdiviyên tenduristiyê yên gelên herêmê dabîn bike.

Heya roja îro, gelek navendên tenduristiyê hatine vekirin.

Di nav de Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişloyê, Kilînikên Gel û Navenda Jiyan a Coronayê.

Ji bilî vê, navenda şûştina gurçikan li bajarê Hesekê jî heye, lê hewl tê dayîn ku navendên bi vî rengî li gelek bajarên din jî aktîf bibin.

Back to top button