Hêzên rejîma Îranê êrîşê kolberan kir, di encamê de kolberek ji bilindahiya çiya ket û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine standin duh bi şev hêzên rejîma Îranê li ser sînorê gundê Bêtuş a ser bi bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kirine.
Di encama êrîşê de kolberê bi navê Hêdî Feqî ji bilindahiya çiya ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Feqî bi alîkariya xelkê Bêtuş rakirin nexweşxaneya Serdeştê.