Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Zerîf: Îran wê lihevkirina nuklerî bi “hin mercên guncav” bisepîne

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku eger Ewropa destkeftiyên aborî pêşkêş bike, wê Îran rêbazên pêşxistina lihevkirina nuklerî kêm bike.

Mihemed Cewad Zerîf di kongreya Miyûnîxê de ragihand ku Îran wê lihevkirina nûklerî ya ku sala 2015’an hatiye îmzekirin, bi “hin mercên guncav”, bisepîne.

Wezîrê Îranê diyar kir ku Îran wê bikaranîna nûklerî kêm bike, eger Ewropa jê re destkeftiyên aborî yên guncav pêşkêş bike û eşker kir ku biryardayîna wan girêdayî bersiva Ewropayê ye.

Sala 2018’an Serokê Emerîka Donald Trump bi awayekî yekalî xwe ji lihevkirina nûkerî kişand.

Back to top button