Piştî Nowrêcê, Şandeya Siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, çû Swêdê. Şandeya Rêveberiya Xweser û MSD’ê li gel rayedarên vî welatî civiyan û dozên girêdayî Sûriyê, gotûbêj kirin.
Ev şande li gel, Wezîrê karê derve, Wezîrê Hindirîn, Berpirsê dosyaya Sûrî ya Wezareta Hindirîn ê Swêdê û balyozekî vî welatî, civiya.
Li gorî Ragihandina MSD’ê, di hevdîtinan de, gelek pirsgirêkên li Sûriyê, weke rewşa Idlibê û ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, zêdebûna zehmetiyên koçberan ji ber êrîşên Dewleta Tirk û pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyê, bû rojeva nîqaşan.
Her wiha herî zêde jî behsa dosyaya girtiyên DAIŞ’ê hat kirin û weke mijareke girîng hat destgirtin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku, di mijarên navborî de, nerînên herdû aliyan nêzî hev bûn û hevdîtin bi erênî derbas bûn.
Berî du rojan jî, heman şande li gel wezareta karê derve û perlemana Norwêcê civiyabûn û heman dosya nîqaş kiribûn.