YPJ: Komplo bi berxwedana Ocalan têk çûye

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navnetweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo bi berxwedana Ocalan û jinan têk çûye.

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê komploya 15’ê Sibatê bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku komplo, bi berxwedana dîrokî ya Ocalan û bi tekoşîna ku di pêşengiya jinan de tê meşandin hatiye pûçkirin.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Komploya li dijî Ocalan hate kirin, di bingehê xwe de li hemberî hebûn, nasname û pêşeroja gelan bû. Hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Ocalan, xwestin modêla jiyana nû ya demokratîk ji holê rake.

YPJ’ê destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî pergala demokratîk bi awayeke şênber tê meşandin. Êdî pergala demokratîk bûye hêza çareseriya pirsgirêkên civakê.

Em, hêzên parastina pergala civaka demokratîk dibêjin, heya em fikir û felsefeya jiyana azad ya Rêber Ocalan, mayînde nekin, wê tekoşîna me heya serkeftinê berdewam bike.”

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hate kirin, di esasê xwe de li dijî jinê bû, lê berxwedana û têkoşîna jinê di qadan hemûyan de ev komplo bê wate bû.

YPJ’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Em hemû têkoşerên di xeta azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin û soza mezinkirina tekoşînê û avakirina jiyana azad ji hemû jinan û gelan re dubare dikin.

Back to top button