Leyla Arzu Îlhan: Yekane rêya serkeftinê yekitiya netewî ye

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Îştar Leyla Arzu Îlhan, Hunermend Hesen Şerîf, Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Şemul Aştî Sabir Mîre, û Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî li ser êrîşên dewlata Tirk li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku Tu Kurdek ji vê dagirkeriya dijmin a li ser her çar parçên Kurdistanê razî nîne û qebûl nakin.û bang li tevahî Kurdên Başûr kirin ku xwe ji hêzên hevkariya dagirkeran vekişînin.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û redkirina şerê navxweyî dewam dikin.

Têkildarî mijarê, Endama Komîteya Têkiliyên Derve a Meclîsa Îştar Leyla Arzu Îlhan balkişand li ser yekîtiya navnetewî û got:

“Avakirina Kongreya Netewî û yekîtiya Kurd di pêvajoyek wiha de ji bo me acil e.

Tevî ku em dibînin dagirkeran bostek axa me jî nemaye hemû dagirkirine siyaseta xwe yaqirêj dimeşînin dîsa jî em ji bo yekîtiyê gav navêjin.

Niha gelê kurd di bin metirsiya tunebênê de ye divê kongreya netewî acil pêk bê.

Hunermend Hesen Şerîf: Erkê hunermendane li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxin

Hunermend Hesen Şerîf jî diyar kir ku erka hemû hunermendane dûrî alîgirî û fikra hizbî bin, tev bi hevre li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind biikin.

Hesen Şerîf: “Divê em weke hûnermend ji bo pêkanîna yekîtiya kurdî bi erka xwe rabin.”

Parlementerê YNK’ê: Em li dijî şerê birakujîne

Bi heman ermancî Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Şemul Aştî Sabir Mîre axivî.

Şemul Aştî Sabir Mîre diyar kir ku ew weke YNK di parlementoya Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk beyanameye nerazîbênê dane.

Lê hikûmeta herêmê heta niha bersiv nedaye.

Şemul Aştî diyar kir YNK bi eşkere helwesta xwe li dijî hemû êriş û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr nîşandaye û ragihandiye ew tevli şerê Kurd bi Kurd nabin.

Pêşmergeyê Dêrîn: Divê ti pêşmerge li dijî gerîla çek raneke

Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî jî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û wiha axivî.

“Her hewlek ji bo lewazkirina PKK’ê tê wateya lewazkirina Kurdan.

Dewleta Tirk dijmênê gelê kurd e, divê PDK helwesta Tiriyê ya dema referandumê de bîrneke.

Divê ti pêşmerge li dijî gerîla şerneke, pêwîse rê li pêşiya şerê birakujî were girtin.”

Back to top button