Îro jî xwendekarên li Başûrê Kurdistanê daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin.
Xwendekarên Ranya, Qeladiz, Koye, Germiyan, Silêmaniyê û Helebceyê serê sibehê daketin qadan.
Xwendekaran diyar kirin ku daxwaza wan a sereke dayîna lêçûnên mehane û xizmetên sereke ne.
Tevî ku bi mehan e xwendekar di xwepêşandanan de ne, heta niha berpisên hikumeta Başûrê Kurdistanê bangên wan bi cih ne-anîne û bersiva daxwazan nedane.