Serdana ewil ê Putîn Îmarat bû

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin serdana welatên Kendavê dike.
Li gorî berdevk û rayedarên Kremlînê dibêjin, armanca serdana Putînê pêşxistina ji bo hevkariyê aborî û petrolê, têkîliyên du alî û rewşa şerê Îsraîl- Hemasê ye.
Hefteya borî jî Rûsya bi Îranê re hevdîtin pêk anîbû.
Di wan hevdîtinan de jî xuya dibe Rûsya hewl dide li heremê hem di warê siyasî-leşkerî û hem jî aborî de destê xwe xurt bike.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Îmaratê kir û bi Serokê Dewletê yê Îmaratê Mihemed bin Zayed El Nahyan re hevdîtin pêk anî.

Li gorî Kremlînê Putîn bi armanca xurtkirina hevkariyek girîng ji bo Moskowê, mijarên enerjiyê û nîqaşkirina polîtîkayên heremê wan serdana Îmaratê kir.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov da xuyakirin Putin derbarê têkîliyên navneteweyî û heremî, şerê Îsraîl-Hemasê û hevkariya petrolê de hevdîtinan dike.

Alîkarê Berpirsê Têkîliyên Navneteweyî yê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Yurî Ushakov piştrast kir ku Putin mijara ji bo kêmkirina hinardekirina petrolê bigre dest.

Her wiha Yuri Ushakov anî ziman ku têkîliyên du alî û şerê Îsraîl û Hemasê, polîtîkayên navneteweyî werin nîqaşkirin.

Ushakov di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Em dixwazin agirbestên demdirêj pêk bînin, agirbestên demkî başe lê em dixwazin guhertina hemû dîl û girtiyan pêk were.”

Putîn li Erebîstana Siûdî bi Mihemed bin Selman re civiya

Li aliyê din Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin piştî serdana Îmaratê berê xwe da Erebîstana Siûdî.

Putin li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê Mihemed bin Selman re civiya.

Li gorî daxuyaniya Kremlinê, hevdîtina Putin û Bin Selman li Riyadê li Qesra Yemamê hatiye kirin.

Pûtîn di axaftina xwe ya destpêkê ya hevdîtinê de bi bîr xist ku Yekitiya Sovyetê yek ji welatên yekem e ku Erebîstana Siûdî nas kiriye û got:

“Ev nêzî sed sal berê bû. Di vê demê de di têkiliyên me de gelek tişt qewimîn.

Lê belê di van heft salên dawî de çawaniya têkîliyên me xurt bû û gihiştine asteke baş.

“Di warên siyasî û aborî de têkiliyên me yên pir baş û bi îstîkrar hene.

Pûtîn bal kişand ser girîngiya civînê û anî ziman ku ev hevdîtin ji bo danûstandina derbarê rewşa heremê de derfetek bû.

Li gorî ajansa nûçeya TASS’ê Putîn herî dawî di 2019’an de serdana Erebîstana Siûdî û Îmaratê kiribû.

Back to top button