HPG: Gerîla li Mêrdînê lûleya petrolê teqandin

Gerîlayên HPG’ê LI Mêrdînê li dijî Xeta Petrolê ya şirketa bi navê Botaşê çalakiya sabotajê kirin.

HPG’ê bi daxuyaniyekê got,

“Hêzên me 28’ê Cotmehê li hemberî Lûleya Petrolê ya Botaşê ya ji herêma Bagokê ya Mêrdînê derbas dibû çalakiyeke serketî ya sabotajê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de lûleya petrolê bi temamî hate îmhakirin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 14’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li hin gundên wê dest bi operasyonê kir, operasyon 24’ê Cotmehê bêencam bi dawî bû.

HPG’ê da ragihand ku dewleta Tirk ya dagirker êrîş kirine ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

HPG’ê diyar kir;

24’ê Cotmehê herêmên Garê û Xakurkê,

25’ê Cotmehê herêma Garê,

-26’ê Cotmehê herêma Zapê,

27’ê Cotmehê herêma Garê,

-28’ê Cotmehê herêmên Garê û Zapê hatin bomberan kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button