Êrîşkarekî 2 jin û mêrek li bajarê Nice yê Fransayê bi kêran kuşt

Li bajarê Nice yê Fransayê di encama êrîşeke bi kêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li balyozxaneya Fransa ya li bajarê Cidê yê Erebistana Siûdî jî wezîfedarekî ewlehiyê rastî êrîşeke bi kêr hat.

Li Dêra Notre Dame ya li bajarê Nice yê Fransayê di encama êrîşeke bi kêr de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku kesên hatine kuştin 2 jin û yek jî mêr e. Hat gotin êrîşkar serê jineke li hundirê Dêrê jê kiriye û mêrek jî bi derbên kêran kuştiye. Bi heman rengî jineke ku ji dêrê ber bi derve de direve ji aliyê êrîşkar de bi derbên kêran tê kuştin.

Êrîşkarê ku ji aliyê polîsan de hate birîndar kirin rakirin nexweşxaneyê.

Dozgeriya Fransayê derbarê buyerê de lêpîrsîn da destpêkirin.

Hat ragihandin piştî ku êrîşkar hatiye birîndar kirin jî allah û ekber qîr kiriye.

Piştî buyerê serokkomar Emmanuel Macron çû bajarê Nice.

Li bajarê Avignon jî, Hêzên ewlekariyê yên Fransî êrişa duyemîn pûç kirin û zilamê ku bi kêrê gef li welatiyan xwar, kuşt.

Li gorî medyayên Firansî, zilamê ku bi kêr çekirî digot, “allah û ekber “.

16’ê Cotmehê jî serê mamosteyê dîrok û erdnîgariyê Samûel Paty hat jê kirin û hat kuştin.

Li aliyê din Ajansa dewletê ya Erebistana Siûdî ragihand ku wezîfedarekî ewlehiyê yê li balyozxaneya Fransa ya li bajarê Cidê ya Erebistanê rastî êrîşeke bi kêr hatiye û birîndar buye.

Berdevkê Parastinê yê Siûdî Mihemed El Ghamdî diyar kir êrîşkarê ku temenê wî 40 salîye hatiye girtin û kesê birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.

Hat gotin êrîşkar welatiyê Siûdî ye.

Balkêşe piştî gefên Erdogan yên li dijî Fransayê êrîşên bi vî rengî zêde dibin.

Back to top button