Li Las Vegas a Amerîkayê li zanîngehekî êrîşeke çekdarî pêk hat.
Di êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest da.
Hat destnîşan kirin êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye bêbandorkirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîş şermezar kir û weke ‘êrîşeke tirsnak û bi tund’ bi nav kir.
Li Las Vegas a Amerîkayê êrîşkarek bê serûber li derdorê xwe gule barand. Ev yek bû sedema mirina 3 kesan.
Li Zanîngeha Nevada seatên nîvro dema xwendekar li derve bûn êrîş pêk hatiye. Bi destwerdana polîsên li nêzî zanîngehê êrîşkar hat bê bandorkirin.
Şerîfa Las Vegasê McMahill civîneke çapemeniyê li dar xist.
McMahill piştrast kir ku sê kes jiyana xwe ji dest dane, kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Tê îddakirin êrîşkar profesorek ji zanîngehê ye
Hîna nasnameya êrîşkar nehate parvekirin,
lê belê nûçeyên CNN û Los Angeles Times ku xwe dispêre çavkaniya ewlehiyê balê dikşînin li ser profesorek 67 salî ku têkîliyê xwe bi dibistanên Georgia û Bakurê Carolina heye.
Çi têkîliyê êrîşkar bi Zanîngeha Nevada heye hîna nehatiye zelalkirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka Joe Bide êrîş şermezar kir û weke ‘Êrîşeke bi tirsnak û bi tund’ binav kir.
Li amerîkayê nîqaşên li ser biçekbûna takekesî
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku ji hejmara nifûsa herêmê zêdetir çek heye, bi salan e daxwazên ji bo sînordarkirina çeka takekesî rastî bi israra mezin a baskê Komarparêzan ve tê.
Tevî hêrsa berfireh a li hemberî êrîşên gelek caran jî, ji ber vê israrê ne pêkan e ku çekdarkirina takekesî bi rê ve bibe.
Li gorî daneyên Arşîva Şîdeta Çekdaran a li welêt tenê îsal ji 600’î zêdetir gulebaranên komî pêk hatine.
Êrîşên ku çar an jî zêdetir qurbanî hebin, wekî êrîşên girseyî têne hesibandin.
Las Vegas di sala 2017’an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû qada yek ji xwînrêjtirîn gulebaranên girseyî.
Di êrîşa li dijî festîvala muzîkê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.



