Erdogan û şandeya wezîran li paytexta Yewnanîstanê Atînayê ne

Di çarçoveya 5. Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Yewnanistanê de Erdogan li Atînayê ye.
Erdogan bi şandeya ku ji gelek wezîran pêk dihat rêze hevdîtin pêk anîn.
Hate diyar kirin armanca hevdîtinan xurtkirin û pêşxistina têkiliyên navbera herdu aliyan e.
Lê beriya serdanê Erdogan ku ji rojnameya Yewnanî Kathimerini re axivî gef li Yewnanîstanê xwar û got: “Heya ku hûn me tehdîd nekin em we tehdîd nakin. “

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 5. Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Yewnanistanê de çû Atînayê a paytexta Yewnanîstanê.

Erdogan li Atînayê ewil bi hevtayê xwe ya Yewnanîstanê Katerina Sakelaropulu re li avahiya Serokomariyê hevdîtineke dualî pêk anî.

Piştre jî dê li Mala Maksimos bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis re bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê George Gerapetritis û hevtayê wî yê Tirk Hakan Fîdan jî wê di hevdîtinê de amade bin.

Di heman demê de Wezîrê Parastinê Nîkos Dendias jî wê li Mala Serfermandariya Hêzên Çekdar bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler re bicive.

Serdana Erdogan a Atînayê li ser vexwendina Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis pêk tê.

Wê di navbera her du welatan de rêze peyman û lihevkirin bên îmzekirin

Di çarçoveya serdanê de tê payîn ku di navbera her du welatan de di warê aborî, çandinî, enerjî, tûrîzm û hin mijarên din de rêze peyman û lihevkirin bên îmzekirin.

Di serdana Serokomar Erdogan dê jî wê were diyarkirin ku mekanîzmayên heyî yên bi Yewnanîstanê ra wê çawa û bi çi awayî pêş bikevin.

Ji Erdogan bo kiryakos: Heta ku tu me tehdîd nekî, em te tehdîd nakin

Erdogan beriya serdanê ji rojnameya Yewnanî Kathimerini re axivî û pirsên têkildarî têkiliyên Tirkiye û Yewnanîstanê bersivand.

Erdogan di hevpeyvîna xwe de got:

“Tirkiyê tu carî Yewnanîstanê wek dijmin nedîtiye û bi cîranên xwe re tu pirsgirêkên ku nikarin ji holê rabin re tune ye.”

Lê paşê Erdogan gef li Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis kir û got:

“Heya ku hûn me tehdîd nekin em we tehdîd nakin. “

Back to top button