Dayikên Aştiyê: Vê şerê qirêj bi dawî bikin

Bi pêşengiya dayikên aştiyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ku bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla pêk tîne, li Nisêbînê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de li gel dayikên aştiyê yên ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê û malbatên girtiyan, beşdar bûn.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Gunay ku piştî meşê axivî, Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û bertek nîşanî hevkariya AKP’ê û PDK’ê ya êrişên li ser Herêma Kurdistanê da.

Besna Gunay, bang li malbata Barzanî kir û wiha got: “Vî şerê qirêj bi dawî bikin.

Hûn nikarin vî gelî bi qetilkirin û girtinê bi dawî bikin. “

Back to top button