Welatiyên Holê: Hedefgirtina kampa Holê dê kerasetekê bi xwe re bîne

Welatiyên navçeya Holê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina kampa Holê, rastiya têkiliya xwe û DAIŞ’ê eşkere kir .

Welatiyê bi navê Ehmed El Hisên dibêje:

Topbarana Dewleta Tirk rê dide ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê birevin û ewlehiya herêmê têk dibe.”

El Hisên diyar kir ku dê li hember van êrişan li rex QSD li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Latîf Mihemed jî got: “Em ji tiştekî natirsin. Ne ji êrişên dewleta Tirk ne jî çeteyên wê.

Em ê li hember van êrişan li ber xwe bidin ..”

Emîre Xelef jî diyar kir ku heger kamp ji bin kontrolê derkeve dê felaketekê bîne serê tevahî cîhanê..

Emar El Mûsa jî ji aliyê xwe ve dibêje: “Alîgirê herî mezin ê DAIŞ`ê Dewleta Tirk e..

Bi rêya revandina çeteyan ji kampê, dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.”

Back to top button