10 sal bihurîn jî, hîna şerê li Idlibê berdewam dike..
Hêzên hikûmeta Şamê dîsa çiyayê Zawiyê û Sehil El-Xab kirin armanca êrîşên xwe.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şevê din hêzên hikûmetê başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin.
Deverên li Fitêra, Kinsefra, Sifûhin, Filêfil, Beynên û derdora El-Bara ya çiyayê Zawiyê û Inkawî bi mûşekan hatin topbarankirin.
Her wiha heman hêzê bi çekên giran herêma Riwêha û Kedore yên gundewarên Idlibê da ber topan.
Li gorî heman çavkaniyê, duh sivîlek di topbaran hikûmetê ya li ser gundê Keferîdên ê Laziqiyê de birîndar bû.
Hêzên hikumeta Şamê êrîşeke terorîst li ser Şamê têk birin û 3 çeteyan kuştin
Ajansa SANA ya hikumeta Şamê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê êrîşek terorîst a ku dixwest paytexta Sûrîyê Şam armanc bike, têk bir.
Di encamê de hêzên hikumetê 3 çete kuştin, 3 jî girtin.
Li gorî SANA, hikumetê heya niha berpirsiyariya vê êrîşê li tu aliyan tewanbar nekir.