Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî pêk anîn. HRE’ê ragihad li Marê û navçeya Şêrewa ya Efrînê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya de ev agahî hatin parvekirin:
“21’ê Hezîranê, li herêma Marê, dema yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker hewl dida bikeve herêmê, hêzên me pê hesiyan û şer qewimî.
Di encama şer de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Heman rojê, li herêma Şêrawa a Efrînê jî di encama êrişa dijmin de di navbera yekineyeke me û yekîneyeke dijmin de şer derket.
Di vî şerî de jî 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. Her wiha hin dagirker birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin.